Dewleta Tirk nuqteyeke din a leşkerî li Rojavayê Idlibê ava kir

Di çaçroveya amadekariyên şerekî giran li rojavayê welêt de, dewleta Tirk a dagirker bêdegniya cîhanê ya ji ber vîrûsa Coronayê ji xwe re derfet dibîne û hejmara nuqteyên xwe li Idlibê zêdetir dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewleta Tirk nuqteke din a leşkerî li herêma Dama li gundewarê Idlibê yê Rojava ava kir.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêm Şer” gihaşte 57 nuqteyî.

Duh jî dewleta Tirk nuqteyeke din a leşkerî li herêma Birnas li rojavayê Idlibê ava kiribû.

5’ê Adarê derbarê Idlibê de serokê Rûsyayê û hempîşeyê xwe yê Tirkiyê lihevkirineke pêk anî.

Ji bendên lihevkirinê jî ragihandina Agirbestekê, vekirina korîdoreke ewle li ser riya M4 a navdewletî û dûrxstina komên çete ji heman riyê.

Lê heta niha ti bend nehatine bicîhanîn û amadekariyên şerekî giran tên kirin.

Back to top button