NY xemgîniya xwe ji ber şewata Kampa Newroz, anî zimên

NY mixabinî û xemgîniya xwe ji ber şewata ku beriya 3 rojan li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê derketibû anî zimên.

Rêveber û kordînasyonê karûbarên Mirovî yê NY li Sûriyê Umran Rîza bi daxuyaniyekê hevxemiya xwe anî zimên û got:

NY xemgîniya xwe ji ber mirina 8 kesan di nav de 6 zarork di şewata ku li Kampa Newrozê derketiye, destnîşan dike.

Umran Rîza sersaxî ji malbatên qurbaniyên şewatê re xwest û teqez kir ku ev şewata derketiye nîşaneya rewşên zehmet ên ku penaber û koçber li kampan dijîn e.

Rêveber û kordînasyonê karûbarên Mirovî yê NY li Sûriyê Umran Rîza destnîşan kir ku NY wê piştevaniya koçber û penaberên li Sûriyê dewam bike.

3 Nîsanê li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê agir bi konê 2 malbatên koçber ên ji bajarê Serê Kaniyê ketibû.

Di encamê de 6 jê zarok, 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Back to top button