Li Hewlêrê hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê metirsiya vîrûsê zêde dibe. Li 13 taxên Hewlêrê ketine bin çavdêriyê. Li Tirkiyê jî ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê banga girtina tedbîran li girtîgehan tê kirin.

Her wiha li Îranê, nêzî 4 hezar kes bi vîrûsê mirine û nêzî 4 hezarên din jî rewşa wan metirsîdare.

Vîrûsa Corona, li giştî welatên Rojhilata Navîn belav bûye, Herêma Başûrê Kurdistanê jî para xwe ji vê yekê girtiye.

Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed bi daxuyaniyek çapemeniyê têkildarî rewşa dawî li herêmê axivî.

Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin ku li bajarê Hewlêrê hejmara kesên bi vîrûsê dikevin, zêde dibe.

Dr. Dilovan diyar kir ku li Hewlêrê 138 kes bi vîrûsê ketine û 20 kes jî baş bûne.

Hîna jî 118 kes jî di nexweşxaneyan de ne.

 

4 nexweşxane hatine vekirin, 13 taxên Hewlêrê jî hatine girtin

Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed da zanîn ku heya niha 4 nexweşxwane ji bo Coronayê hatine amadekirin û 13 tax jî bi temamî hatine girtin.

Li van cihan hemû lêkolîn û test dewam dikin.

Li Başûrê Kurdistanê heya niha, jimara nexweşên Coronayê bû 288, ku ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Iraqê bi giştî jî heya niha zêdeyî hezar kesî bi vîrûsê ketine, 64 kes jî mirine.

Li Tirkiyê heya niha zêdeyî 30 hezar kes bi vîrûsê ketine

Xemsariya dewleta tirk û polîtîkayên Serokomarê Tirk Erdogan ya parastina dewlemendan rewşa li welêt xistiye metirsiyê.

Heta niha zêdeyî 30 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 700 kes jî mirine.

Beriya çend rojan, ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê li girtîgeha Êlihê girtî berteka xwe nîşan dabûn û paşê jimareke mezin ya girtiyan şandin girîtegeha Amedê.

Banga girtina tedbîran li girtîgehên Tirkiyê tê kirin

Têkildarî mijarê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Hevgirtinê ya Malbatên Girtiyan û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê eşkere kirin ku girtiyên ku şandine girtîgeha Amedê hatine derbkirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê û Şaxa Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya Îzmîrê, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan û ragihandin ku desthilatdarî ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê ti tevdîran nagire.

Aliyan bang kirin ku bi taybetî Girtîgeha Şakranê ku tê gotin tê de çend kes bi vîrûsê ketine, divê li hemû girtîgehan di her astê de bi awayekî lezgîn tedbîr werin girtin.

Li Îranê, nêzî 4 hezar mirine, nêzî 4 hezar jî rewşa wan xirab e

Îrana ku li seranserê cihanê di rêza 7 a belavbûna vîrûsê de ye,heta niya zêdeyî 62 hezar kes bi vîrûsê ketine, nêzî 4 hezarî jî mirine.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, rewşa nêzî 4 hezar kesên bi Coronayê ketine metirsîdare.

Back to top button