Hêzên Asayîşê bazirganekî berhemên dîrokî girt

Hêzên Asayîşê li navçeya Tirbespiyê bazirganekî berhemên dîrokî girt. Li Amûdê jî kesekî ku pereyê sexte çêdikir, hat girtin.

Buroya Ragihandinê ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku Buroya têkoşîna li dijî sûca birêxistinkirî piştî bi destxistna agahiyên têkildarî bazirganekî berhemên dîrokî li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo dest bi lêgerînê kir.

Hêzê, bazirgan girt û pê re pirtûkek dîrokî ku bi ava zêr hatiye nivîsandin û hejmarek pereyên dîrokî dîtin.

Piştî desteserkirina berhemên dîrokî, hêzê ew veguhest dadgehê kir da ku li gorî qanûnê were darizandin.

Li navçeya Amûdê hêzên Asayîşê sextekarekî pereyan girt

Li navçeya Amûdê jî kesekî ku pereyê sexte çêdikir, ji aliyê Asayîşa navçeyê ve hat girtin û ew radestî komîteya lêpirsînê kir da ku tedbîrên qanûnî der heqê wî de bên girtin.

Back to top button