HDP: AKP Û MHP dixwazin girtiyên muxalif di zindanan de bikujin

Ji ber vîrûsa Corona cîhan dinava metirsiyê de ye, lê hikumeta faşîst ya AKP û MHP’ê ji bo aligirên xwe ji zindanan derxin, biryarên nû derdixe.

Koma HDP’ê ya li parlemena Tirkiyê, xwest cudahî neyê xistina nava girtiyan û got: AKP û MHP dixwaze alîgirên xwe ji zindanê derxe û muxalifan bi mirinê re rû bi rû bihêle.

Hikumeta Faşîst ya AKP û MHP’ê ji bo berdana alîgirên xwe ji zindanan, dixwazin bi derxistina biryarê ji Meclisa Tirkiyê rawa bike.

Koma Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya li Meclîsa Tirkiyê destnîşan kir ku ew guhertina înfazê ya bi vî awayî qebûl nakin û bang li hemû aliyên muxalîf kir û wiha got:

Li hember vê yasaya înfazê ya îqtîdarê bêdeng nemînin.

Serokwekîlê koma HDP’ê Sarûhan Olûç beriya hevdîtina guhertina înfaza yasayê ya dê li Meclîsê pêk were, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Sarûhan Olûç diyar kir ku desthilatdarî dixwaze diyariya efûyê bide alîgirên xwe û mûxalifan jî bikuje.

Li gorî daneyên sala 2020’an li 355 girtîgehan 294 hezar girtî hene.

Li hin qawîşan 100 kes hene.

Li van deran girtî nikarin xwarinên baş bixwin, nikarin sûdê ji rojê werbigirin, têra xwe xebatkarên tendirustiyê tune, alavên hîjyenê bi pereyan tê firotin.

Oluç bi domdarî ev tişt anî ziman:

Ev desthilatdarî dibêje ger hûn xwendekar, akademîsyen, rojnameger, HDP’yî bin, hûn siyasî bin cezayê we wê bidome.

Ger ev qanûn pêk were, wê gelek girtiyên mûxalif li girtîgehan terkî mirinê werin kirin.

Li gorî qanunên edaletê, mafê dewletê nîne ku sucdarên li hemberî gel sûc pêk aniye berde.

Li gorî zanista hiquqî kesên ji ber qaşo sucên sîyasî hatine girtin ji kesên ku li hember civakê suç kirine kêmtir xeternek têne dîtin.

Lê balkêşe ku li Îranê jî bi heman armancê qanunek hate derxistin û gotin yen cezayê wan di bin 5 salan de û yên rewşa wan ya tenduristiyê ne base wê demkî bên berdan.

Li vir cudahî ne xistin nav.

Lê were di pratikê de ti kurdek ne hatiye berdan..

Tevî qanunê jî îstixbarat di qadên herêmî de li dijî derketine û kurdên ji sucên siyasî hatine girtin, ti ji wan ne hatine berdan.

Back to top button