Trump: Birîtanya hemû ji Johnson re dua dike

Li seranserî cîhanê ji ber vîrusa Corona tevger hatiye rawestandin. Serokê Amerîka Donald Trump bang li gelê Brîtanya kir ku ji serkwezîrê brîtanî dua bikin. Li alîkî din Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, wê Pêncşemê yekem civîna xwe der barê vîrûsa Coronayê de li dar bixe.

Serokê Amerîka Donald Trump ji bo rewşa serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson bang li gel kir ku jê re dua bikin .

Trump diyar kir ku hemû Birîtanya ji serokwezîrê xwe re dua dike ku baş bibe.

Rewşa Borîs Johnson di rojên dawî de pir xirabe.

Serokwezîrê Brîtanî Borîs Johnson di 28’ê meha borî de bi vîrusa coronayê ket.

Konseya Ewlekariyê, pêncşemê yekem civîna xwe li dar dixe

piştî derketina gelek nakokiyan di navber welatên endam de, Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî, wê Pêncşemê yekem civîna xwe der barê vîrûsa Coronayê de li dar bixe.

Duh, diplomatekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir, wê civîn bi awayekî girtî bê lidarxistin û saet 7ê êvarê dest pê bike.

Li gorî hinek diplomatan, ev serê çend hefteyan e, welatên xwedî endamtiya mayînde, nemaze Amerîka û Çîn nakokiyan derdixînin holê.

Li Amerîka avahiya herî bilind ronî da

Li bajarê Francisco yê Amerîkayê ji bo kesên di qada tendirustiyê de kar dike avahiya “Transamerica Pyramid ” ya li nava bajêr ronî kir.

Li New York bijîşkên leşkerî derbasî nexweşxaneyekê bûn

Li nexweşxaneykê li New Yorkê bijîşkên leşkerî derbasî nexeşxaniyê bûn û dest bi alîkariya bijîşkan kirin.

Ji ber ku ev nexweşxane bi hezaran rewşên Corona lê heya ji lewma bijîşkên leşkerî derbasî nexwşxaneyê bûn

Back to top button