New York ji aliyê jimara kesên bi Coronayê ketine Îtalya derbas kir

Iro Wîlayeta New York ya Amerîkayê ji aliyê jimara nexweşiyên vîrrûsa Coronayê Îtalya derbas kir û ket pileya 2. Piştî Spanyayê.

Li Wîlayetê 138 hezarr û 836 rewş hatin tomarkirin,lê li Îtalyayê 135 hezar û 586 rewş hatine tomarkirin, her wiha li Spanyayê jî jimara kesên bi Coronayê ketine gihiştiye 140 hezar û 510’an.

Desthilatdariya Wîlayeta New Yorkê ragihand ku îro li Wîlayetê 731 kes bi vîrûsê mirine, bi giiştî jimara miriyan li Wîlayetê gihişt 5 hezar û 489’an.

Heta niha li Amerîkayê bi giştî nêzî 389 kesî bi vîrûsa Coronayê ketine.

Back to top button