24 saetên borî, Amerîka 1939 qurban danîn

Hîna vîrûsa Corona gera xwe li cîhanê dewam dike û dawî li jiyana 80 hezar û 142 kesî aniye. Lê Amerîka para xwe ya mezin biriye û di nava 24 saetên dawî de, mirina hezar û 939 kesî hat ragihandin.

Di rojekê de, ev bîlançoya herî bilind li giştî cîhanê ye, bi vê re jî, jimara qurbanan li Amerîkayê digihêje, 12 hezar û 277 kesan.

Ji aliyê jimara kesên nexweş, Amerîka, paşê Îtalya û bi dûv re Spanyayê tê.

Lê li gorî çavdêran, eger rewş wisa ma, wê Amerîka jî heman êşa Îtalyayê bikişîne û dibe wê derbas bike jî.

Li Îtalyayê heya niha, Corona rihê 17 hezar û 127 kesan li seranserî welêt standiye.

Spanya jî ne kêmî van herdu welatên borî ye û heya niha 13 hezar û 798 qurban danîne.

Back to top button