YBŞ-YJŞ: Ji ber Coronayê, em ê cejnên xwe bi girseyî pîroz nekin

Bi nêzîbûna cejnên Êzidyan, fermandariya YBŞ-YJŞ’ê diyar kir ku, ji ber vîrûsa Coronayê dibe ku weke salên borî cejnên xwe bi girseyî pîroz nekin.

Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê bi rasthatina cejna Şevberat û Çarşema Nîsanê, daxuyaniyek nivîskî weşand û cejn li gelê xwe pîroz kirin.

Fermandariyê anî ziman ku, ji ber Coronayê, ew ê cejnên xwe bi heman dilxweşiyê li malên xwe pêşwazî û pîroz bikin.

Fermandariyê teqezî li ser girîngiya tendurstiya gel kir û got:

“Em weke YBŞ-YJŞ, şexsê fermandarê mezin Şehîd Zerdeşt û hevalên wî, ku bûne semboleke çand û dîroka me, bi rêzdarî bi bîr tînin”.

Back to top button