Çeteyan, 3 ciwan ji gundê Bedîna yê Mabatayê revandin

Li Efrîna dagirkirî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, roj derbas nabe û kirinên xwe yên hovane li dijî sivîlan pêk nayînin.Weke her car duh dîsa bi armanca fîdyeyê, 3 ciwanên Efrînî revandin.

Malpera Afrin Post ragihand ku çeteyan, 3 ciwanên Efrînî ji gundê Bedîna yê Mabatayê, revandin

Çeteyên dewleta Tirk, hersê ciwan bi bihaneya “wan erka xweparstinê pêk anîne”, revandin.

Navê hersê ciwanan jî wiha ne:

Mistefa Mihemed Îbiş,

Ehmed Arif Îbiş

Û Mihemed Xelîl Şeban.

Di heman çarçoveyê de, çeteyan dest danîn ser 2 dikanên bazirganiyê li gundê Keferdiliyê yê Efrînê.

Back to top button
Close
Close