Rêveberiya Hêzên Amerîkî li Afrîkayê: Fermandarekî payebilind ê Tevgera Ciwanan li Somalyayê hat kuştin

Rêveberiya Hêzên Amerîkî AFRICOM a li Afrîkayê, ragihand ku fermandarekî payebilind ê Tevgera Ciwanên Somalyayê hat kuştin.

AFRICOMê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, 2ê Nîsanê li herêma Boş Medîne ya parêzgeha Bay a Somalyayê, fermandarekî Tevgera Ciwanan Yûsif Cîs di êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Li gorî AFRICOMê, 2 çeteyên din jî, di heman êrîşê de hatin kuştin.

Fermandarê Hêzên Amerîkî li Afrîkayê Stephen Townsend da xuyakirin ku Yûsif Cîs fermandarekî sereke yê çeteyên Tevgerê bû û zilm û zorî li sivîlan dikir.

Tevgera Ciwanên Somalyayê ya girêdayî Rêxistina Qayîdayê, navend û piraniya deverên başûrê welêt kontrol dike û ji mêj ve êrîşan li ser hikumeta Somalyayê pêk tîne, da ku serweriya xwe li wir bisepîne.

Back to top button