Vîrûsa Corona..Li Başûrê Kurdistanê, keçeke 13 salî bi vîrûsê ketiye

Her diçe, metirsiya belavbûna Coronayê li Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe, ku herî dawî keçek 13 salî bi vîrûsê ketiye û heya niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, heman metirsî heye û di 24 saetên dawî de, 3 hezar û 892 kes bi vîrûsê ketin.

Li Başûrê Kurdistanê, ku wê jî para xwe ji vîrûsa Coronayê biriye, roj bi roj metirsî zêdetir dibe.

Herî dawî, keçeke 13 salî li bajarokê Bazyan ê Silêmaniyê, bi vîrusa Coronayê ketiye.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Dihokê jî bi daxuyaniyekê ragihand, 5 kesên ku bi vîrûsa Coronayê ketibûn, rewşa wan baş bûye.

Her wiha li Derbendîxan jî, 6 kesên ku berê bi vîrûsa Coronayê ketibûn, rehet bûne.

Bi vê yekê, jimara kesên li Başûrê Kurdistanê baş bûne, bû 110 kes.

Li gorî bîlançoya herî dawî ya Wezareta Tenduristiyê jî, heya niha li Herêmê 289 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Vîrûsa Corona..91 rewşên nû li Iraqê hatin tomarkirin

Li Iraqê, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, Corona li 91 kesên din jî hat peydakirin.

Bi vê yekê, heya niha hezar û 122 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 65 kesan jiyana xwe ji dest daye û 373 kes jî rehet bûne.

Vîrûsa Corona..24 saetên borî, 76 kes li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, ji ber Coronayê heya niha 725 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, di 24 saetên dawî de mirina 76 kesên din hat tomarkirin.

Koca da xuyakirin ku, li Tirkiyê heya niha bi giştî 228 hezar û 868 test hatine kirin, ji wan 34 hezar û 109 kes bi vîrûsê bûn.

Koca diyar kir ku, di 24 saetên dawî de, 3 hezar û 892 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî, li gorî daneyên fermî, jimara nexweşên vîrûsê bû 62 hezar û 589 û heya niha 3 hezar û 872 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button