Ûkrayna: Em nahêlin Îran ji berpirsyartiya xwe bireve

Di demekê de ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa Coronayê ve mijûl e, kêşeya balafira Ûkraynayê ku Çileya borî li Îranê hatibû xistin, careke din derdikeve holê.

Wezareta derve ya Ûkraynayê ragihand ku, ew nahêlin Îran ji berpirsyartiya xistina vê balafirê, bireve.

Li gorî Kenala Iran International ku navenda wê li Brîtaniya ye, “wezareta derve ya Ûkraynayê eşkere kiriye ku Kiev nameyek ji Tehranê re şandiye.

Tê de, daxwaza diyarkirina naveroka daxuyaniya parlementerê Îranê Hesen Newrozî hate kirin”.

Yekşema borî, Newrozî ji rojnameya Hemdelî re gotibû:

Hêzên Îranê, bi armanckirina balafira Ûkraynayê, karekî baş kirbûn, ji ber ew ji kontrola burcê çavdêriyê derketibû û gengaz e ku Amerîka kontrola wê dikir.

Her wiha cîgirê serokwezîrê Ûkraynayê jî, li ser hesabê xwe yê Twitterê, daxwaz ji hikumeta Îranê kir ku, daxuyaniyeke fermî der barê gotinên Newrozî de, bide.

3yê Çileyê, ango piştî kuştina Qasim Suleymanî di êrîşeke Amerîkî de, Îranê weke bersiv, bi 32 mûşekan, êrîşî baregeha Eyn El-Esed a li nêzî Hewlêrê kir.

Lê di heman şeva êrîşê de, balafireke Ûkraynayê jî bi 2 mûşekan hat armanckirin û 176 kesên tê de hatin kuştin.

Back to top button