Ji ber ku xelk neçarî rûniştina malê bûne, Heyva Sor a Kurdistanê, kampanyaya “malbatên xwişk û bira” da destpêkirin û der barê kampanyayê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Heyva Sor a Kurdistanê got:
“Li Kurdistanê ji ber vîrûsa Coronayê, hin malbatên me hewcedarî alîkariyê bûne, em bi van malbatên xwe re bibin xwişk û bira”.
Der barê mercên, kampanyayê de, Heyva Sor diyar kir ku:
*3 mehan, her meh divê bi kêmanî 100 Euro alîkarî ji bo malbatan werin şandin.
*Agahiyên malbatên ku wê alîkarî bi wan re were kirin, Heyva Sor wê bide.
*Malbata ku wê alîkariyê bike, ew bixwe dikare vê alîkariyê ragihîne û dikare bi rêya Heyva Sor jî bigihîne.
Heyva Sor a Kurdsitanê bang kir ku, her kes bi erka xwe ya mirovî rabe û destê alîkariyê bide malbatên hewcedar.