Şaredariya Kobanê, wê 3 mehên din projeya kanalîzasyona ava lehiyê bi dawî bike

Şaredariya Gel a Kobanê ragihand ku projeya kanalîzasyona ava lehiyê, heya 3 mehan bi dawî dibe. Niha xebat di qonaxa sêyemîn de bi dirêjahiya 3 km tê meşandin.

Kanal, di Muzexaneya Kobanê re, ya li nêzî sînorên Sûrî-Tirkî re derbas dibe, piştre taxa Şehîd Serhed û li ber rêya Cerablusê bi dawî dibe.

Berî mehekê, şaredariyê xebatên xwe yên qonaxa sêyemîn dabûn destpêkirin.

Li ser vê yekê, kanalek bi dirêjahiya 600 metreyan hat kolandin û bi dirêjahiya 250 metreyan hate lêkirin.

Li gorî berpirsê projeyê Nayif Cemal Xelîl, wê proje di her 3 mehên bê de, were bidawîkirin.

Back to top button