Rêveberiya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê: Pirsgirêka kehrebê wê îro were çareserkirin

Ev hefteyeke li bajarê Tebqa, Reqa, Qamişlo, Amûdê û Hesekê pirsgirêka kehrebeyê heye. Sedema vê yekê jî, ji ber qûtbûna xeta kehrebeyê ya 230an e.

Hevserokê Rêveberiya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Azad têkildarê mijarê ji televîzyona me re axivî.

Mistefa azad destnîşan kir ku ji ber qûtbûna xeta 230an ku kehrebeya xwe ji bendava Firatê digire, ev demek kehrebe li ser herêma Cizîrê qût bûye.

Azad ragihand ku, xet di navbera Reqa û Tebqayê de qut bûye û vê sibê ekîba wan ji Hesekê derketiye da ku xetê çêkin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me girtiye jî, tîmên pispor niha xeta xirabûye sererast dikin, dibe ku kehrebe îro were.

Back to top button