ENDAMA MECLISA JINAN A HDP’Ê COŞKUN HAT GIRTIN

Hikumeta faşîst a AKP’ê di çarçoveya qirkirina siyasî de girtin û binçavkirinên xwe li ser gel didomîne.

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endama Partiya Şoreşgeran Benazîr Coşkun ku hatibû binçavkirin, hate girtin.

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endama Partiya Şoreşgeran Benazîr Coşkun, di çarçoveya lêpirsîneke dozgerê Tirk li ser daxwaza dozger, hatibû binçavkirin.

Coşkun ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, li Şaxa TEM’ê ya Stenbolê lêpirsîna wê hate kirin.

Coşkun piştî derxistina dadgehê hate girtin.

Leave a Reply

Back to top button