Girtina stargehên jinan wê bibe sedema zêdebûna tundiyê

Komeleya Jinê ya Rosayê bi daxuyaniyekê girtina star-gehên jinan ên Amedê şermezar kir û got:
girtina stargehên jinan wê bibe sedema zêdebûna tundiya li dijî jinê.
Di vê dema hiştina li malê, divê plana çalakiya lezgîn pêk were.

Malên starbûnê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin, bi hinceta vîrûsa corona û kêmbûnan serlêdanan, hatin sekinandin.

Komeleya Jinê ya Rosayê bi daxuyaniyekê girtina stargehên jinan ên Amedê şermezar kir.

Komeleya Jinê diyar kir ku girtina stargehên jinan wê bibe sedema zêdebûna tundiya li dijî jinan.

Komeleya Jinê ya Rosayê da zanîn ku di rewşên awarte de her dem jin zirarê dibînin, tên mexdûr kirin û destnîşan kirin ku ji ber Corona, jin bi zilamê ku tundê lê dike re di mal de tê hiştin. Ev yek jî rêjeya tundiya li dijî jinan zêdetir dike.

Komeleyê da zanîn ku di wextekê de ku stargehên jinan hatin girtin, tenê di meha Adarê de 22 jin li Tirkiyê hatine kuştin. Divê mekanizmayên parastinê bihatana xurtkirin.

Ev tevgera qeyûmên ku îradeya gel hedef digire, ji roja ewil de jinê hedef digire.

Komeleya Jinê ya Rosayê bang li her kesî kir ku tundiya li dijî jinê rawestînin û di vê dema hiştina li malê de divê plana çalakiya lezgîn pêk were û wiha bi dawî kir:

Ger stargehên jinan neyên vekirin wê bibe sedema zêdebûna tundiya li dijî jinê.

Back to top button