Li Tunisê wêneya yekem jina bijîşk, li ser pereyan hat çapkirin

Benga Navendî yê Tunisê diravek nû derxist, li ser wê wêneya yekemîn jina bijîşk li Tunis û Mexirîbê ‘Tewhîda bint Şêx’ çap kir.

Têkoşîna bijîşk û hemşîreyên jin li dijî vîrûsa corona dewam dike.

Ji ber keda bijîşkan li dijî vîrûsê, li Tunisê ew weke ‘artêşa spî’ hatin bi nav kirin.

Her dawî Benga Navendî yê Tunisê diravek nû derxist û li ser wê jî wêneya yekemîn jina bijîşk li Tunis û Mexirîbê ‘Tewhîda bint Şêx’, çap kir.

Tewhîda bint Şêx, yekem jina Tunisî ku wêneya wê li ser pereyan tê dayîn.

Dr. Tewhîda 1909’an jidayîk bûye, li Fransa beşê tendirustiyê xwend û 1936’an li Tunsê dest bi karê bijîşkiyê kir.

Dr. Tewhîda serokatiya beşên nexweşiya jin û zarokan li nexweşxaneya Tunisê kir.

1970’ê jî bû rêvebera Dîwana Rêxistina Malbatî.

Tewhîda weke çalakvana parastina mafê jinan jî xebitî û 1936’an rojnameya ”Leyla” ava kir.

Tewhîda bi awayekî çalak di sazî û desteyên Tunisê yên mîna Heyva Sor û Dîwana Rêxistina Malbatî de cih girt.

Dr. Tewhîda ji ber keda wê di qada tendirustiyê de hêjayî vê yekê hat dîtin ku wêneya wê li ser pereyan bikeve.

Back to top button