Şaneyên veşartî jinek li Dêra Zorê kuştin

Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê hîna dewam dike. Şaneyeke veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê, jinek li gundê El-Riz yê Dêra Zorê kuştin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku 4 kesên ne-nas yên girêdayî şaneya veşartî yê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mala jinekê li gundê El Riz yê girêdayî Dêra Zorê kirin û kuştin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çeteyan, bi hinceta ew jin sîxortiyê ji hikumeta Şamê re dike, kuştine.

Her wiha Çavdêriya Sûrî, 25’ê Sibatê jî ragihandibû ku QSD’ê ji heman gundî şaneyeke veşartî ji 30′ kesî girtibûn.

23’ê Adara 2019’an şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê têk birin, lê hîna xeteriya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê dewam dike.

Back to top button