Hikumeta Şamê bi riya balafirgeha Qamişlo rêwiyên ber bi herêmê ve dişîne

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku hikumeta Şamê li gorî biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê tev nagere.

Desteyê diyar kir ku eger rewşek bi vîrûsa Coronayê li herêmên wan derkeve, hikumeta Şamê berpirsyare.

Roj bi roj li seranserê cîhanê jimara kesên bi vîrûsa Coronayê dikevin, zêdetir dibe.

Hikumeta Şamê beriya niha ragihand ku 19 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 2 kes jî mirine.

Lê heta niha li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ti kes bi vîrûsê neketiye.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku eger rewşek bi vîrûsa Coronayê li herêmên wan derkeve, hikumeta Şamê berpirsyare.

Desteyê bi daxuyaniyeke nivîskî anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê Rêveberiya Xweser deriyên sînoran girtin û tenê balafirgeha Qamişlo vekirî ye.

Desteyê destnîşan kir ku rêwiyên bi rêya vê balafirgehê tên ber bi cihên çavdêriyê ve têne şandin da ku selametiya wan teqez bibin.

Lê hikûmeta Sûriyê naxwaze bibe alîkar û jimarek ji rêwiyan bi awayekî veşartî derbasî bajêr dike da ku rastî testan neyên û wan nexin navendên çavdêriyê.

Bi vê yekê re bi van biryarên şaş ên hikûmeta Şamê jiyana gelê herêmê dixe xetereyê.

Desteya Tenduristiyê di dawiyê de bang li xwendekarên ku derbasî herêmê dibin kir ku berjewendiyên gel û xizmên xwe bigirin ser ên xwe û tedbîrên pêwîst bigirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî, alîkariya Bakur û Rojhilatê Sûrî nake

Her wiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî alîkariyê pêşkêş nake.

Dr.Ciwan anî ziman ku rêxistina nav borî li gorî pîvanên xwe tev nagere û ji ber nêzîkatiyên siyasî, erka xwe ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk nayîne.

Back to top button