“DMME” Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk ew ceza kir

Meclisa Ewropayê lîsteyek der barê dewletên rêzê ji biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re nagirin ragihand û ji ber binpêkirinên dewleta tirk ew ceza kir.

Rapora salane awayê pêkanîna hikmên sereke yên dadgehê yên taybet bi mafên mirovan, pêşkêş dike.

Li gorî raporê 2019`an;

Dadgeha Ewropayê li Rûsyayê 240 binpêkirinên mafên mirovan, li Ukraynayê 111 û li Tirkiyê jî 184 rewş tomar kirin.

Hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk 5 hezar û 231 doz hîn pêk neanîne.

Ji van hezar û 245 dozên mezin in.

Ji ber Tirkiyê di çareseriya dozên dadgehê û binpêkirinên mafên mirovan dereng ma, dadgehê li dijî wê derdora 217 milyon euro ceza birî.

Li gorî daneyê sala 2019’an Tirkiyê ji 126 dewletan, cihê xwe di rêza 109`an de digire.

Back to top button