Tirkiye guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî didomîne

Dewleta tirk a dagirker ku xaka bakurê Sûrî dagirk kiriye, lez daye planên xwe yên guhertina demografî. Di vê çarçoveyê de , îro 19 basên ku bi sedan malbatên çeteyan tê bûn, derbasî bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê kirin.

Di dema ku cîhan tev de bi tekoşîna li dijî vîrusa Corona mijûl e, artêşa Tirk a dagirker siyasetên guhertina demogirafiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî didomîne.

Îro artêşa Tirk a dagirker 19 basên tijî malbat û şêniyên bajarên Xûta, Idlib, Hims û gundewarê bakurê Helebê ji bajarê Cerabuls bi rêya axa Tirkiyê derbasî bajarê Girê Spî kirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dewleta tirk dixwaze bi vî awayî demografiya Girê Spî û Serê Kaniyê bi gihştî biguhere.

Her wiha heman çavkaniyê diyar kir ku Tirkiyê malbatên çeteyan bi rêya otobûsan bê pere şandin û malên şêniyên resen li her du bajarên dagirkirî wê bidin van malabatan.

Ji aliyekî din ve li gorî agahiyan ji hundirê herêmên dagirkirî hatin bidestxistin, wê du roja rê werin vekirin da ku malbatên din ên çeteyên Ehrar El-Şerqiye û El-Cebhe El-Şamiye bînin bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî.

Li rex wê, artêşa Tirk a dagirker hilweşandina malên sivîlan li gundên ku dagir kirine, didomîne.

Li gundê Şirkirak ê girêdayî navçeya Eyn Îsa piştî ku şêniyên gund ji ber topbaran dijwar ji hêla dagirkeran ve koçber bûne dagirkeran di rojekê zêdetirî 20 mal hilweşandin.

Back to top button