Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî rêjîma Sûrî tawanbar kir

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, rêjîma Sûrî tawanbar kir ku beriya sê salan li Hemayê êrîşên kîmyewî pêk anîbûn. Amrîka jî dibêje ku hê jî li cem Sûriyê hêza pêşxistin û çêkirina çekên nû yên kîmyewî heye.

Tîma lêkolînê ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, rêjîma Sûrî tawanbar kir ku di adara 2017’an de li parêzgeha Hemayê 3 êrîşên kîmyewî pêk anîbûn.

Li gorî tîma lêkolînê, rêjîm bi riya balafiran di 24 û 30’ê adara sala 2017’an, li ser bajarokê Letamna ya Hemayê êrîşeke bi gaza Sarînê pêk anîbû.

Her wiha di 25’ê adara heman salê, rêjîmê êrîşek asîmanî ser nexweşxaneya Letamnayê pêk anîbû, ku tê de gaza Klorê bi kar anîbû.

Mike Pompeo: Li cem sûriyê hêza pêşxistina çekên nû yên kîmyewî heye

Têkildarî mijarê, îro Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, daxuyaniyek da.

Pompeo ragihand ku li cem rêjîma Sûrî hê jî madeyên kîmyewî yên pêwîst hene ku dikar bi riya wan jinûve çekên kîmyewî yên nû çêke.

Back to top button