Li Başûrê Kurdistanê, 21 kesên din bi vîrûsê ketin

Vîrûsa Corona ku tevahiya cîhanê daye ber xwe, li başên Kurdistanê jî rojane jimarên nû tên tomarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de 21 kesên din bi vîrûsê ketine.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî, di rojekê de, 87 kes ji ber vîrûsê mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, hezar û 607 testên nû yên Coronayê pêk hatin, di encamê de, hat dîtin ku 20 kes li Hewlêr û kesek li Silêmaniyê bi vîrûsê ketine.

Wezaretê bi daxuyaniyekê jî anî ziman ku li parêzgeha Helebceyê, zarokekî 9 salî bi Coronayê ketiye.

Her wiha Rêveberên Tenduristiyê yên parêzgehên Helebce, Hewlêr û navçeya Derbendîxanê ragihandin ku, 10 kesên bi virûsê ketibûn, rewşa wan baş bûye.

Li gor daneyên dawî li Herêma Kurdistanê, heta niha 309 kes bi vîrûsê ketine. Ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye, 109 kes jî baş bûne. Yên din jî di bin çavdêriya tenduristî de ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, vîrûs li 38226 kesan peyda bûye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî metirsî zêdetir dibe, nemaze ku di 24 saetên dawî de, 87 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 4 hezar û 117 rewşên nû hatine tomarkirin.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, heya niha 247 hezar û 768 test hetine kirin, ji wan 38 hezar û 226 kes vîrûs bi wan re derketiye.

Piştî daneyên dawî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, jimara kesên heya niha ji ber Coronayê mirine, bû 812.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heya niha 3993 kes mirine

Her wiha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî, heya niha 64 hezar û 586 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 3 hezar 993 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button