Parêzer Koklu: Ti agahî ji Îmraliyê nayên parvekirin

Parêzerê Rêber Ocalan Serbay Koklu, diyar kir ku” divê Birêz Ocalan têkildarî vîrûs, rewşa li Îmraliyê û tedbîrên hatine girtin, karibe yekser ji gelê Kurd û raya giştî re biaxive.” 

Serbay Koklu anî ziman ku “li Îmraliyê ne tedbîrek hatiye girtin, ne li girtîgehên din tên bicihanîn, ne jî agahî tên dayîn, lewma têkildarî rewşa li Îmraliyê, divê Birêz Ocalan yekser ji gel û raya giştî re biaxive”.

Parêzer Koklu destnîşan kir, “ku ji bo guman hemû ji holê rabin, divê têkilî bi Rêber Ocalan re bê danîn” û got:

“Bi navê parêzerên Birêz Ocalan, me serî li Serdozgeriya Komarê û Dadgeriya Înfazê yên Bûrsayê û Wezareta Edaletê dane.”

Parêzer Koklu ragihand, ku heta niha, têkildarî tedbîrên li dijî vîrûsa Coronayê li Îmraliyê, ti agahî bi wan re nehatine parvekirin û ev yek jî fikarên wan zêde dikin.

Koklu her wiha teqez kir jî, ew ê serlêdan û daxwazên xwe bi israr bidomînin.

Back to top button