Hevpeymaniya welatên Ereb ya ku Siûdiyê serkêşiya wê dike, ragihand ku îro agirbest, di navbera Hûsî û hikumeta Yemenî de hat destpêkirin.
Berdevkê Hevpeymaniyê Tirkî El-Malikî da xuyakirin ku “îro agirbest li seranserî welêt hatiye pêkanîn û heya 2 hefteyan wê bidome.
Li gorî El-Malikî, dibe ku agirbest were dirêjkirin, da NY civînekê ji hikumeta Yemenî, Hûsî û şandeyeke leşkerî ya Hevpeymaniyê re li dar bixe û agirbesteke mayînde li welêt ragihînin.
Berdevkê Hevpeymaniyê Tirkî El-Malikî da zanîn ku “hêzên hevbeş, destekê didin pêngava agirbestê, da rê li pêşiya Coronayê bigirin”.