AKP-MHP, hewl didin bi zext û zorê, qanûnê bidin qebûlkirin

Ev 3 roj in, qanûna înfazê ya ku berdana alîgirên AKP-MHP’ê armanc dike, di Meclisa Giştî a Tirkiyê de tê nîqaşkirin.Desthilatdariya AKP-MHP’ê, ji bo çavê raya giştî ji sûcên xwe bigire, nahêle rojnamevanên muxalif, rewşa girtîgehan bişopînin. 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê, rewşa Coronayê keysbaz dike û ji bo alîgirên xwe serbest berde, bi lez û bez qanûnek bi navê “înfazê” derxist.

Desthiladariyê, ev 3 roj in, qaşo ev qanûn di meclisa giştî ya Tirkiyê de xistiye nîqaşê.

Hemû partiyên muxalif, taybet partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî vê qanûnê derdikeve û çalakiyên şermezarkirinê di meclisê de pêk tîne.

Parlamenterên partiya faşîst a MHP, êrîşî parlamenterên HDP’ê kir û bi van kirinên xwe, dixwazin pêşiya bertekên rewa bigirin.

Ev desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, ne tenê li dijî HDP’ê derdikeve.

Vê carê jî, rojnamevanên muxalif yên ku xwestin rewşa girtiyan bişopînin, çûyîna wan qedexe kir.

Berdevkê Komisyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor, bertek nîşanî vê rewşê da û got:

Bi vî awayî, mafê wergirtina agahî û nûçewergirtinê ji holê tê rakirin. Ev yek jî weke qanûna înfazê, derqanûnî ye.

Back to top button