ÇETEYÊN DAIŞ’Ê 7 HEZAR SIVÎL LI DÊRAZORÊ XISTIYE DORPÊÇÊ

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî sivîlên Dêrazorê yên li gel DAIŞ’ê raporek belav kir û ragihandin ku ku çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê sivîlan weke mertal bi kar tîne.

Berdevka Komîseriyê Michelle Bachelet ragihand ku li gel wan rapor hene ku çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê sivîlan weke mertal bi kar tîne.

Michelle Bachelet diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê sivîlan weke dîl-girtî û kartekê bi kar tînin û wiha got:

“DAIŞ’ê 7 hezar sivîl li Dêrazorê xistiye dorpêçê.”

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê li dijî berîkên dawî yên DAIŞ’ê li gundewarrê Dêrazorê, berdewam e.

QSD’ê ji bo derxistina sivîlan ji herêmên şer gelek korîdorên bi ewle vekirine.

Leave a Reply

Back to top button