Li Almanya, kesekî ji Kobanê ji ber vîrosê jiyana xwe ji dest da.

Kesekî ji bajarê Kobanê, ji ber vîrûsa Coronayê li bajarê Bremen ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

Xalid Mihiye El-Dîn Hemo ê (55) piştî ku bi Coronayê ketibû û 10 rojan di nexweşxaneyê de mabû, duh êvarî jiyana xwe ji dest da.

Hemo, ji gundê Zerkotik ê rojavayê Kobanê ye û bavê 6 zarokan e û beriya 3 salan çûbû Almanyayê.

Hate zanîn, Xalid Hemo di veguhestina pereyan de dixebitî û tevî malbata xwe ketibû navendên tenduristiyê.

Heya niha, li bajarê Kobanê, gundên wê û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ti kes bi vîrûsa Coronayê neketiye.

Back to top button