HRW: Dibe vîrûs bandoreke giran li zarokan bike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan hişyarî da ku vîrûsa Corona wê siberojê bandoreke giran li zarokan bike.
Rêxistinê bang li hikumetan kir ku ji bo parastina mafên zarokan tedbîran bigirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW’ê diyar kir ku, vîrûsa Corona li nava zarokan zêde nebe sedema mirinan jî, dibe ku bandora xwe ya li ser nifûsa herî ciwan ‘hilweşîner’ be.

HRW: Zêdeyî 1.5 milyar zarok nikarin biçin dibistanê

HRW’ê bi bîr xist, ji ber biryara hiştina li malê, zêdeyî 1.5 milyar zarok nikarin biçin dibistanê.

Rêxistinê, ragihand ku wê ev yek bi xwe re, xeteriya karkirina zarokan, ducanîbûna di temenê biçûk de, zewicandina zarokan û tundiya li dijî zarokan zêde bike.

Berdevkê beşa mafên zarokan Joe Becker got: Metirsiya Corona li ser zarokan gelekî mezin e.

Divê hikumet ji bo vê yekê tedbîran bigire.

Back to top button