‘Em ê li dijî vîrusa Coronayê û dewleta Tirk li ber xwe bidin’

Di wextekî ku cîhan tevahî bi Vîrûsa Koronayê re mijûl dibe, dewleta tirk û hevkarên wê, vê rewşê ji xwe re wekî fersendekê digirin dest, êrîş û kiryarên der-mirovî li ser gundewarên Til Temirê zêde dikin, li dijî xeteriya êrîşan û belavbûna Vîrûsa Koronayê jî, gel li ber xwe dide.

23’yê Adarê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê li hemû deverên şer ên cîhanê kir, da ku li dijî Vîrûsa Koronayê tedbîr werin girtin.

Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê, tê xwestin ku sivîl di malên xwe de bimînin ji bo xwe ji vîrûsê biparêzin.

Lê dewleta tirk bi êrîş û kiryarên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet gundewarên navçeya Til Temirê û Zirganê qet ranewestandiye û dibe sedema zêdebûna xetereya Vîrusa Koronayê.

Gundên ku zêde rastî êrîşan tên jî ev in.

Um El-Kêf, Dirdara, Um El-Xêr, Tewîla, Til Tewîl a Aşûrî her wiha gundê Ribêat û navçeya Zirganê yek ji wan gund û navçeya ku herî zêde rastî êrîşan tên.

 

”êrîşên dewleta tirk nahêle ku sivîl di malê xwe de bimînin û xwe ji vîrûsê biparêzin”

Ji Rêveberiya Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn Şêrîn Îsmaîl jî derbarê hefteya derbasbûyî de got:

Ji ber topbaran dewleta tirk a dagirker ji roja destpêkê a meha Nîsanê de gelek birîndar çêbûn.

Şêrînê agirbesta ku hatiye ragihandin wiha bi bîr xist û got:

Pêwîst e dewleta tirk li gorî agirbestê tev bigere, divê sivîl di malê de bimînin û xwe ji Vîrûsa Koronayê biparêzin.

Êrîş na-hêle ku gel li malê xwe bimînin, di demekê de ku pêwîste her kes li paqijiya xwe balder be, dewleta tirk a dagirker xeta avê qot dike.

”Li hember xeteriya vîrûsa Corona, li gorî derfetên xwe em avê li şêniyan belav dikin”

Rêveberiya şaredariyê ya beşa avê Meha Mihemed diyar kir ku ji dema dagirkeriyê heya niha 5 carin dewleta tirk a dagirker ava Stasyona Elok qut dike û got:

Dema ava Elok qut dibe em avê li tevahî şêniyan belav dikin taybet li koçberên Serêkaniyê, Zirgan û gundewarên Til Temirê.

Qutkirina avê rê li ber çêbûn û belavbûna vîrûsê vedike, da ku ev tişt nebe jî, em bi hemû derfetên xwe avê li şêniyan belav dikin.

Dewleta tirk û korona yek vîrûs in, em ê li dijî Vîrusa Koronayê û dewleta tirk li ber xwe bidin.

Back to top button