Corona..Li Afxanistanê jin alava bihinkişandinê çêdikin

Ji bo şerê li hemberî vîrûsa corona cîhan tev de di nava şerekî dijwar de ye. Jin jî cihê xwe di vî şerî de digrin. Li Afganistanê komek jin ku pisporên zanista robotanin, alavên bihin-kêşandinê, çêdikin.

Koma jinan bi armanca ku alîkariya nexweşên corona ku pêwîstiya wan gelekî bi alava bihin-kêşandinê heye bikin, dest bi vê projeyê kirin.

Bi taybet piştî belavbûna vîrûsê li seranserê cîhanê û kêmbûna alavan.

Balkêş e ku jin alavên bihin-kêşandinê ji perçeyên erebeyan çêdikin.

Perwerdekara komê dibêje, ev alav ji bo nexweşan xwedî sûedeke gelekî mezin e û hêvî kir ku karibin di nava 2 mehan, van alavan li nexweşxaneyên welatê xwe belav bikin.

Back to top button