ÇAWÛŞOGLU Û ZAKHAROVA BERSIVA JEFFREY DAN

Şerê dîplomatîk û daxuyaniyan li Sûriyê dijwartir bûye.

Li dijî daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey ku gotibû; Pêvajoya Astana û Soçiyê binketî ye, gelek bertek derketin.

Beriya çend rojan James Jeffrey li navenda Wezareta Karên Derve daxuyanî da û got;

“Astana û Soçî bin ketine.”

Li ser daxuyaniya Jeffrey gelek bertek derketin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova daxuyaniyên Jeffrey bi ne ‘Avaker’ bi nav kir û got:

“Washington dixwaze hewildanên me ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî, vala derxe.”

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Mevlût Çawûşoglu jî ji bo razîkirina Rûsyayê, li dijî daxuyaniyên Jeffrey derket..

Astana 28 û 29’ê vê meha derbabûyî bi nakokiyên aliyan bi dawî bû..

Komîteya Destûrê, aloziya Idlibê û mijara penaberan xalên nakokî û ne-lihevkirinê bûn.

Leave a Reply

Back to top button