Şam: Rapora ”OPCW” dûrî rastiyê ye û Tirkiye çavkaniya wê ye

Hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî şermezar kir û diyar kir ku çavkaniyên rêxistinê çeteyên dewleta Tirk in.

Rûsya jî wek her car piştgiriya hikumeta Şamê kir û rapor bi ”BÊ BAWERî” bi navê kir. Lê NY û Almanya wek helwest destnîşan kirin ku divê berpirsên êrîşên Kîmawî li Sûriyê bên cezakirin.

Piştî rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî OPCW a ku tê de hikumeta Şamê weke berpirsa êrîşên Kîmawî li Hemayê sala 2017an bi nav kir, hikumeta Şamê bersiv da.

Wezareta Derve ya Hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rapora OPCW dûrî rastiyê ye û sexte ye.

Hikumeta Şamê rapora rêxistinê şermezar kir û diyar kir ku çavkaniyên vê raporê çeteyên ”Cebeht Nusra”, dewleta Tirk û DYA ne.

Rûsya: Çavkanya rapora ”OPCW” terorîstên ”Kumspî” ne

Rûsya jî wek her car li kêleka hikumeta Şamê sekinî û bertek li dijî rapora OPCW nîşan da.

Ofîsa nûneriya Rûsyayê li OPCW got:

OPCW di rapora xwe de xwe spartiye rêxsitina bi navê ”Kumspî” ya terorîst û ev rapor bê bawerî ye.

NY Û Almanya: Divê berpirsên êrîşên kîmawî werin cezakirin

Ji aliyê xwe ve NY jî piştgiriya rapora OPCW kir û teqez kir ku divê berpirsên êrşên kîmawî li Sûriyê bên cezakirin.

Almanya jî têkildarî heman mijarê helwest nîşan da û piştgiriya rapora OPCW kir.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas pêşwazî li raporê kir û destnîşan kir ku ”gavên bi vî awayî rê li keşfkirina sûcên pîs vedike”.

Back to top button