Iraq..Mistefa Kazmî ji bo hikumeta nû hat erkdarkirin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi amadebûna serokê parlamanê û aliyên siyasî, serokê îstîxbarata Iraqê Mistefa Kazmî, ji bo hikumeta nû erkdar kir.

Li Koşka Salim a li Bexdayê, serokkomarê Iraqê Berhem Salih, bi amadebûna serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, serokê Meclîsa Dadweriya Bilind Fayeq Zeydan, serokê Dadgeha Federal Medhed Mehmud û beşek aliyên Şîe civiyan.

Di encama lihevkirina aliyan de serokê îstîxbarata Iraqê Mistefa Kazmî, ji bo pêkanîna hikumetê hate wezîfedarkirin.

Ednan Zurfî ku ji bo pêkanîna hikumetê hatibû erkdarkirin, û piştî lihevkirina aliyan ji wezîfeyê hate dûrxistin, ji ber vekişîna xwe lêborînê xwest.

Hêjayî gotinê ye Ednan Zurfî di 17’ê Adarê de ji bo pêkanîna hikumeta Iraqê, ji aliyê serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve hatibû erkdarkirin.

Back to top button