Vîrûsa Corona bandoreke zêde li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê kiriye

Vîrûsa Corona bandoreke zêde li bakur, başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye. Her wiha, xemsariya dewleta tirk û Îranê jî rewşa heyî aloztirk dike. Rojane rewşên nû tên tomarkirin û bîlançoyan qurbaniyan giran dibe. HDP’ê jî bang li gel kir ku ji bo muhtacî AKP’ê nebin, piştgiriya hev bikin.

Li Iraqê bi hezaran testên vîrûsê hatin kirin

Vîrûsa corona bi bandor li Iraq û Başûrê Kurdistanê belav dibe.

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê ragihand ku heta niha ji bo tesbîtkirina vîrusê 28 hezar û 414 test ji bo welatiyan hatine çêkirin.

Heta niha li welat hezar û 202 kes bi vîrusê ketine.

Her wiha 69 kesan jiyana xwe ji dest dan û 452 baş bûne.

Li başûrê Kurdistanê rewşên nû hatin tesbîtkirin

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kudistanê jî jineke 38 salî bi vîrûsa ket.

Tê gotin ku ew jin jî di taziya li Taxa Karêzan de, amade bibû.

Li gor daneyên dawî li Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha 310 kes bi vîrusê ketine.

Ji wan 3 kesan jiyana xwe ji dest daye, 109 kes jî baş bûne.

Her wiha Tenduristiya Helebçe ragihand ku yekem kes ku bi vîrûsê ketibû baş bû.

Li Tirkiyê hejmara miriyan zêde dibe

Li gorî rayedarên Tirk 38 hezar û 226 kes bi vîrûsê ketine, 812 kes jî mirine.

Vîrûsa li Bakurê Kurdistanê jî belav dibe.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, avahiya ku testa 2 kesên lê pozîtîf derket, kirin bin çavdêriyê.

Li girtîgehan jî ti tedbîrek ji bo belavbûna vîrûsê nehatiye girtin.

Li Girtîgeha Tîpa L a jimar 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê li qawîşeke ku girtiyên siyasî lê bûn 2 girtî bi coronayê ketine.

Li ser 3 girtiyan jî nîşaneyên vîrûsê hene.

Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwan Rihayê bi rêya telefonê li gel malbata xwe geriya, diyar kir ku bi gumana bi vîrûsê 6 girtî rakirine nexweşxaneyê.

Semra Guzel: Em ne muhtacî AKP’ê ne

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî kampanya “Malbatên Xwişk û Bira” ku li diji vîrûsa corona dane destpêkirin got:

“Em ne mohtacê AKP’ê ne û ne jî mohtacê qeyûman in.

Em bang li gelê xwe dikin ku nanê xwe parve bikin.”

Xemsariya hikumeta AKP’ê nîşaneya zêdebûna vîrûsê dide.

Hikumet nexweşxaneyên nû li Stenbolê ava dike.

Ev jî dide diyarkirin ku deshilata AKP’ê nikare rê li ber vîrûsê bigre.

Ji bo vê Nexweşxaneyek li nêzî Balafirgeha Atatruk tê avakirin.

Di Nexweşaneyê de wê hezar text werin bicihkirin.

Li Îranê 117 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Îranê rewş giran e

Li gorî daneyên fermî li Îranê di 24 saetên dawî de hezar û 634 kesên din bi vîrûsê ketin û jimara giştî bû 66 hezar û 200 kes.

Bi giştî heta niha li Îranê 4 hezar û 110 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha heta niha 32 hezar û 309 kes baş bûne.

Li Îranê yek ji tedbîrên hatine girtin, paqijkirina erebeyên giştî ye.

Şofêrên erebeyan navbera xwe û kesên siwar dibin birîne û her dem erebeyên xwe derman dikin.

Back to top button