Dewleta Tirk nexweşên Corona derbasî herêmê dike

Belê heman planên xeternak yên, hikumeta Şamê ya ji bo vîrûsa Corona derbasî herêmê bike, ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ’ê ve jî tên meşandin.

Dewleta Tirk ku çeteyên DAIŞ’ê vegerandin herêmên dagir kirine, niha hewl dide ku sûcekî din ê mirovahiyê bike û kesên bi vîrûsa corona derbasî herêmê bike. Dewleta Tirk bi sedan kesên bi vîrûsa coronayê ketine, derbasî Girê Spî kirine û li wir xistine navendên çavdêriyê. Ev yek jî gomana wê dide avakirin ku gelo ew 19 basên ku doh hatine; kesên bi vîrûsê ne dide çêkirin.

Bi dagirkirina dewleta ji herêmê re, hin çete û emîrên DAIŞ’ê di bin navê Artêşa Niştimanî de vegeriyan Bajarê Girê Spî û Navçeya Silûkê.

Van çeteyan bi desteka dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan binpêkirin hovane pêk anîn.

Dagirkeriya Tirk bi vegerandina çeteyên DAIŞ’ê sînordar nema, lê belê demografiya herêmê jî diguhere, şêniyên resen ên herêmê koçber dike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dike.

Duh dewleta tirk 900 malbatên çeteyan derbasî Girê Spî kirin.

Ne tenê ev li aliyekî din hewl dide sûcekî din ê mirovahiyê bike û vîrûs corona li herêmên di bin dagirkeriya xwe de belav bike.

Ji bo wê jî 2 dibistan û hin malên sivîlan ên li Taxên El-Lîl û El-Cisir kirine navendên çavdêriyê ji bo nexweşên Corona.

Her wiha bi sedan kesên ku bi vîrûsa coronayê ketine, ji Tirkiyê di deriyê Girê Spî re bi rengekî veşartî derbasî bajar kir.

Di wextekî de ku hemû welatên cîhanê li dijî belavbûna vîrûsa corona, biryara nederketinê ragihandine, şandina bi sedan kesên ku bi vîrûsa corona ketine ji herêmê re gelek pirsnîşanan di serê mirov de derdixe.

Ji bo wê jî mirov ji xwe dipirse ew malbatên ku duh derbasî Girê Spî hatin kirin, gelo hemû nexweşên corona ku ji bo dermankirinê hatine bajar.

Ev yek ji kirinên dewleta tirk ne dûr e û ne dûr e ku dixwaze şerekî bayolojîk bide meşandin, ji ber ku beriya niha jî hemû rêbazên qirêj ji bo pêkanîn armancên xwe bikar anîne.

Back to top button