
Li tirkiye û bakurê Kurdistanê di nava 24 saetên dawiyê de 96 kes ji ber vîrûsê mirin û bi vî awayî ji jimara giştî ya kesên li tirkiyê mirine gihişt 908’an.
Her wiha heta niha 42 hezar û 282 kes ji bi virusê ketin.
Vîrûsa li Bakurê Kurdistanê jî belav dibe.
Li navçeya Sûrê ya Amedê, avahiya ku testa 2 kesên lê pozîtîf derket, kirin bin çavdêriyê.
Li girtîgehan jî ti tedbîrek ji bo belavbûna vîrûsê nehatiye girtin.
Li Girtîgeha Tîpa L a jimar 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê li qawîşeke ku girtiyên siyasî lê bûn 2 girtî bi coronayê ketine.
Li ser 3 girtiyan jî nîşaneyên vîrûsê hene.
Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwan Rihayê bi rêya telefonê li gel malbata xwe geriya, diyar kir ku bi gumana bi vîrûsê 6 girtî rakirine nexweşxaneyê.