30 kesên din li Iraqê bi Coronaye ketine 

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de li welêt 30 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine, her wiha 44 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê danê êvarî derbarê daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Coronayê de daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 2 hezar û 52 test hatine kirin û ji wan 30 test pozîtîf derketine.

Her wiha 44 kesên li Kerkûkê ji ber nexweşiya Koronayê dihatin tedawîkirin baş bûne.

Li gor daneyên dawî heta niha li Iraqê hezar û 232 kes bi nexweşiya vîrusê ketine, di nav wan de 69 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha 469 kes jî baş bûne.

Back to top button