Dagirker gundên Girê Spî û Şehbayê topbaran kirin

Dagirkeriya Tirk êrîşên dijwar ser herêmên Şehba û Girê Spî pêk anî û ziyanên mezin rû dan, di êrîşan de nuqteyên rêjîma Sûrî jî bûn armanc.

Îro di saetên êvarî de, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran gundê Şêx Hîlal û Kefer Naya yên kantona Şehbayê topbara kirin.

Di topbarana li ser gundê Kefer Nayayê de sivîlê bi navê Xalid Oso yê 42 salî di pişta xwe de birîndar bû.

Xalid Oso li nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê hat rakirin û li gorî bijîşkan jî rewşa wî baş e.

Her wiha ziyanên mezin gihiştin milên sivîlan.

 

Dagirker jîngehên sivîlan û nuqteyên rejîma Sûrî li Girê Spî topbaran kirin

Her wiha di saetên êvarî de gundên Girê Spî rastî êrîşên dargirkeriya Tirk hatin.

Dagirkerî gundên Kor Hesen û Sifiyan ên rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kirin.

Di êrîşê de jîngehên sivîlan û nuqteyên hêzên rejîmê hatin topbaran kirin.

Derbarê ziyanên ji ber êrîşê jî, agahiyên teqez nehatine bidestxistin.

Back to top button