Dadgeheke Tirkiyê 6 sal hebis li welatiyekî Efrînî birî

Dadgeheke dewleta Tirk a dagirker 6 sal hebis li welatiyekî Kurd ji Efrînê, birî.

Dadgeha bajarê Kilisê ya Tirkiyê  6 sal hebis li welatiyê bi navê  Mihemed Xelîl memo yê ji gundê Ebêdanê yê navçeya Biliblê ya Efrînê, birî.

Mihemed Memo ji aliyê komeke çete yên bi navê “ El- Nixbe” di dema dagirkeriya herêma Efrînê de hatibû revandin.

Mihemed niha di zindana Bajarê Kilisê deye.

Back to top button