Çeteyên dewleta Tirk, ji zincîra sînorî ya bi Tûnis re vekişiya

Ji ber nebûna piştevaniyê ji aliyê hikumeta Wîfaqê ve, Meclisa Leşkerî ya bajarê Nalotê ya girêdayî hikumetê, vekişandina xwe ji hemû nuqteyên li ser sînorê Tûnisê, ragihand.

Meclisê, îro vê sibê di daxuyaniyekê de got:

“Li gel belavbûna Corona û nebûna piştevaniyê, me biryara vekişînê da û em ê vegerin bajêr.”

Li gorî Meclisa Leşkerî, wan gelek caran Ser-erkan, Gumirk, Wezareta Parastin û Hundir agahdar kiriye, lê dîsa jî bersiva piştevaniyê nedihat.

Ev biryar, piştî kontrolkirina deverên nêzî sînor ji aliyê Artêşê Niştimanî, bi 2 hefteyan, pêk hat.

Tê zanîn, zincîra sînorî ya bi Tûnisê re, bi temamî di destê Meclisa Leşkerî ya Nalotê de ye.

Meclis, ji 7 ketîbeyan pêk tê û ji xurttirîn komên Wîfaqê ye.

Back to top button