Di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê, li ser navçeya Xurmatû de, 2 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin. 

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê, liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bûye. Di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê, li ser navçeya Xurmatû de, 2 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin. 

Duh çeteyên DAIŞ’ê, li rojavayê navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê, bi hawinan êrîşê baregehên Heşda Şabî kirin.

Berdevkê Heşda Şabî yê Bakurê Navçeyê Elî Hisên Haşim, diyar kir ku “êrîş li ser Tugaya 152an ya li Balafirgeha Xurmatûyê pêk hat”.

Haşim destnîşan kir ku “piştî êrîşê, şer derket û di encamê de, 2 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin.

Beriya 2 rojan jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Koleco yê Germiyanê kiribû û 2 peşmerge şehîd bibûn.

Back to top button