
Îro hêzên Rûsî-Tirkî dewriyên hevbeş li gundewarên Qamişlo û Kobanê pêk anîn. Herdu dewrî jî, ji 12 maşîneyên leşkerî yên Tirkî û Rûsî pêk dihatin.
Dewriya yekem, li gundê Dêrona Axê yê nêzî bîrên (Petrolê) li navçeya Tirbespiyê, geriya.
Her wiha hêzên Rûsî-Tirkî, li herêma Firatê jî gerek leşkerî pêk anî û dewriya xwe ya duyem, ji gundê Aşmê yê gundewarê Kobanê û gundên li rojavayê bajêr, pêk anî.
Ev derwrî, di çarçoveya lihevkirinên Soçiyê yên navbera Tirk û Rûsan de pêk tên, ku 22ê Cotmeha 2019an ketine tevgerê.
Lê ev derwrî, her tim rastî nerazîbûnên gel tên.