10 xalên ewil ên zagona înfazê ku ev 3 roj in li Meclisa giştî ya Tirkî têne niqaşkirin hatin qebûlkirin. Di hevdîtin û nîqaşan de hemû pêşniyarên guhertinê yên muxalefetê ji aliyê deshilata AKP-MHP’ê ve hatin redkirin.
Malbatên girtiyan û baroyên hiqûkî jî bertek nîşandan û diyarkirin ku ev biryar siyasî û derveyê qanûniye.
Ev 3 roje li Meclisa Tirkiyê li ser qanûna înfazê ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo derxistina alîgirên xwe li zîndanan nîqaş tên kirin.
Di niqaşên 3 rojan de, 10 xalên ewil li gel nerazîbûn û pêşniyarên guhertinê yên muxalefetê dîsa wekî xwe derbas bûn û hatin qebûlkirin.
Ev yek jî niyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê ji vê biryarê diyar dike, ku ji destpêkê ve tenê girtiyên siyasî yên Kurd armanc dike.
Serokê Baroha Riyayê Oncel: Dewleta Tirk mijara qirtiyan ne qanûnî, siyasî digre dest
Her wiha Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel jî bertek nîşanê qanûna înfazê da û diyarkir ku Oncel, diyar kir ku îqtidara siyasî welat ‘kiriye girtîgeheke vekirî’ û dixwaze welat bi siyaseta cezayê dîzayn bike.
Abdûllah Oncel desnîşakir ku dewleta tirk mijara girtiyan siyasî digre dest û li gor qanûnê xwe tevnager ev yek jî di qanûna înfazê de eşkere derket holê.
Malbatên girtiyan: Bi vê qanênê ve heqaretê li zarokê me dikin
Malbatên girtiyan jî derbarê qanûna înfazê ya ku niha li meclîsê tê niqaşkirin, bang li parazvanên mafên mirovan kir û xwest ku vê heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin.