Hêzên rejîma Sûrî, deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker, xwe li Idlibê xurt dike û nuqteyek leşkerî ya nû li Idlibê ava kir. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî diyar kir ku hêzên rejîma Sûrî deverên Cebel el-Zawiyê, topbaran kirin. 

Çavdêriyê ragihand ku “di danê şeva borî de, hêzên rejîma Sûrî bajaroka Kensefra û deverên Cebel el-Zawiyê yên li gundewarê rojavayê Idlibê bi mûşekan, kirin armanc.

Lê heya niha, ti encam nehatine bidestxistin.

Çavdêriyê da zanîn ku Çarşema borî jî, hêzên rejîmê heman herêmê toparan kiribûn.

Agirbesta Putin-Erdogan, qaşo îro ketiye roja xwe ya 35’an, lê car-caran ev agirbest ji herdu aliyan, tê binpêkirin.

Back to top button