TEVGER JI BO GIRTINA NAVENDÊ XWE LI BEXDAYÊ YE

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, li dijî girtina navendên xwe yên li başûrê Kurdistanê, serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê da.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê jî diyar kir ku biryara girtina navendên Tevgera Azadî ne yasayî ye û wê zextê li Hikûmeta başûrê bikin ku navendên tevgerê vekin.

Şandeya Tevgera Azadî ku piştî girtina navendên wê yên li başûrê Kurdistanê çûbû Bexda, hevdîtin û serlêdanên xwe didomîne.

Şande îro jî bi Serokê Encumena Komîseran a Komîsyonê Hilbijartinê ya Bilind Meen Hîtawî re civiya.

Di hevdîtinê de şandeya Tevgera Azadî têkildarî girtina navendên Tevgerê yên li başûrê
Kurdistanê agahî dan û belge pêşkêş kirin.

Endama Desteya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ku di şandeyê de cîh girtiye, têkildarî mijarê ji ajansa RojNewsê axivî.

Nerîman Ehmed destnîşan kir ku Serok Encumenê Hîtawî girtina navendên Tegvera Azadî şermezar kiriye û weke karek ne yasayiye binav kiriye.

Nerîman anî ziman ku Hîtawî eşkere kiriye ku eger partiyekê destûra xwe ji Bexdayê girtibe, ev tê wateye ku li tevahiya Iraqê fermî ye û wiha dom kir:

Em ê zextê li Hikûmeta başûrê Kurdistanê bikin ku baregehên Tevgera Azadî bên vekirin.

Her wiha diyar kir ku ewê li ser mijarê lêkolînê bidin destpêkirin.”

Endamê Desteya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed da zanîn ku şandeya wan dê li Bexda bi hemû aliyên siyasî û parlamanteran re jî bicive û danustendinan bikin.

Şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî û Nerîman Ehemd û Parlamentera Nifşê Nû ya Parlamentoya Iraqê Yusra Receb pêk tê.

Leave a Reply

Back to top button