Vîrûsa Corona..Girtiyên nîşaneyên corona li wan hene jî nabin nexweşxaneyê!

Bi belavbûna vîrûsa Corona re, rewşa girtiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xerabtir bû.

Merve Aydogan ku li Girtîgeha bajarê Qeyserî tê girtin bi rêya telfonê bi malbatên xwe re diyar kir ku ew jî di nav de li 4 girtiyan nîşaneyên vîrûsê xwe dane der, lê belê dîsa jî wan nabin nexweşxaneyê.

Merve Aydogan ji Girtîgeha Jina ya bajarê Qeyserî ragihand ku ew jî di nav de ji 3’yê Nîsanê ve di 4 girtiyan de nîşaneyên vîrûsa coronayê xwe didin der.

Merve, telefonî xwişka xwe Şukran Aydogan kiriye û jê re gotiye, wan nabin nexweşxaneyê.

Xwişka Merve jî, anî ziman ku di 8’ê Nîsanê de piştî bi xwişka xwe re axiviye telefonî girtîgehê kiriye,lê rêveberiya girtîgehê jê re gotiye: “Ne hewce ye hûn mezin bikin.”

Her wiha bertek nîşanî pêşnûmaya qanûna înfazê jî da û got:” Xwişka min jî di nav de bila girtiyên siyasî hemû bên berdan.”

Back to top button