”Bi dirûtina devpoşkan ez xizmeta civaka xwe dikim”

Berhemên jin di her warî de tê dîtin, niha jî bi berhemên xwe dixwaze civaka xwe ji vîrûsa Coronayê biparêze. Jina bi navê Felek Silêman a ji gundê Maşoqyê ye, odeya xwe ya ku cil û bergan tê de didûr veguheriye cihê çêkirina devpoşkên parastina ji Vîrusa Koronayê û dibêje’ ez pir kêfxweş im ku vê xizmetê ji bo mirovên civaka xwe pêşkêş dikim.

Di kîjan qonaxê de be, dema civak rastî zemetiyan were, destpêkê jin xwe dide pêş û hewl dide ku civaka xwe biparêze.

Jin ji bo parastina civakê hemû derfet û keda xwe dike xizmetê, ji bo avakirina civakeke aram bê navber tev-digere.

Jina bi navê Felek Silêman a 45 salî, di odeyeke biçûk a mala xwe dirûtina cil û bergên jinan dikir.

Piştî derketina Vîrûsa Koronayê, Felek xwest ji bo civaka xwe kedê bide û karê dirûtina cil û bergan veguherand dirûtina devpoşkên parastina ji vîrûsê.

Felek li ser inîsiyatîfa pirojeya xwe axivî û got:

Ev 10 salin ez dirûtina cil û bergên jinan dikim, bi vî karî min debara xwe dikir.

Piştî derketina Vîrûsa Koronayê, min xwest ez bibim beşek ji alîkariya parastina civakê.

Ez pir kêfxweş im ku xizmetê ji bo mirovên civaka xwe pêşkêş dikim, divê em di vê rewşê de li hev baldarbin.

”Bi hêvîme ku tevahî Cîhan ji vîrûsê xelas bibe û aramî pêk were”

Felek li ser rêbazên çêkirina devpoşkan û parastina ji vîrûsê got:

Ji bo devpoşkên parastina ji vîrûsê, ez destpêkê fabrîkên tenduristiyê tînim û didirûm, paşê bi alîkariya komîteyên tenduristiyê pak dikin û li ber hewayê zûha dikin, da ku nefesa mirov paqij bimîne.

Felek Silêman dawiyê got:

Divê em parastina xwe bikin û îradeya xwe li hember vê vîrûsê bikin yek.

Ez bawer im ku piştî vê nexweşiyê wê jiyana me ya xweş vegere û bihara gundê me wê bi tevgera jinan û lîstokên zarokan zindî bibe.

Back to top button